Li Îranê di rojekê de 422 kes bi Koronayê mirin

.

Li Îranê 422 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 9 hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 932 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîşt 637 hezar û 712 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 422 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîşt 36 hezar û 160 kesan.

Li Îranê hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 495 hezar û 473 kesan.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê