Li Îranê di mehekê de 67 kes hatin bidarvekirin

.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku Îranê meha borî herî kêm 67 girtî bi dar ve kirine.

Ji van kesan 9 jê girtiyên siyasî bûn. Bi vî awayî hejmara kesên ku sala 2026an hatine bidarvekirin gihişt 442yan.

Li gorî Hengawê, Tîrmeha 2025an li girtîgehên Îranê herî kêm 96 bidarvekirin hatibûn belgekirin.

Rêxistinê ragihand ku li gorî heman meha sala borî, hejmara bidarvekirinan bi rêjeya ji sedî 30 kêm bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Navenda Amar û Belgeyên Hengawê nasnameyên her 67 girtiyên ku hatine bidarvekirin eşkere kirine.

Bi dizî hatine bidarvekirin

Tenê 8 ji 67 bidarvekirinên meha tîrmehê ji aliyê desthilatdariya Îranê yan jî medyaya girêdayî darazê ve bi awayê fermî hatine ragihandin.

Emîr Huseyîn Seferî û Ebulfazil Sepahî di nav kesên ku di tîrmehê de hatine bidarvekirin de bûn.

Her du kes bi hinceta ku tevlî xwenîşandanên meha kanûna paşîn bûne li meydaneke Îsfehanê bi eşkereyî hatin xeniqandin.

Di dema van xwenîşandanan de artêşê û hêzên din ên ewlehiyê bi deh hezaran kes kuştibûn.

Hengawê her wiha da zanîn ku 7 girtî bi dizî û bêyî agahiya malbatên wan hatine bidarvekirin.

Yek ji wan jî Arvîn Kehîrxanê 20 salî bû ku berê sibehê hat bidarvekirin.

Herî kêm 9 girtiyên siyasî yên ku di dema xwenîşandanên meha Kanûna Paşîn a 2026an û Tevgera "Jin Jiyan Azadî"yê de hatibûn girtin bi hincetên wekî "şerê li dijî Xwedê" û "sîxuriyê" hatin bidarvekirin.

Ji van girtiyan, Muhemedîn Ebdulahî û Huseyîn Palanî Caf Kurd bûn û her du jî di nîvê tîrmehê de li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hatin bidarvekirin.

Beşdarbûna Kurdan

Li gorî amarên Hengawê, meha tîrmehê herî kêm 10 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin. Ev yek dike ji sedî 15ê hejmara giştî ya bidarvekirinan.

Eyaleta Îsfehanê bi 10 bidarvekirinan di meha tîrmehê de di rêza yekem de cih girt.

Li bajarên ku nifûsa Kurdan li wan zêde ye 6 kes hatine bidarvekirin.

Li gorî Hengawê, di şeş mehên pêşî yên îsal de herî kêm 375 kes hatine bidarvekirin.

Bi amarên meha tîrmehê re, hejmara giştî ya bidarvekirinên sala 2026an gihişt 442yan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin
Çima Neteweperwerî?
Wezîrê Perwerdeyê: Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin
Şam: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo xurtkirina pêwendiyan gaveke girîng e
Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de