Li Îranê di manoreka serbazî de herî kêm 19 serbaz hatin kuştin!

Li parêzgeha Hormozgan ya Îranê, di manoreka serbazî de herî kêm 19 serbazên Îranê hatin kuştin û gelek serbaz jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Îranê ragihand, duhî li benderên Cask û Çabehar li parêzgeha Hormozgan ya Îranê di manora serbazî ya hêzên deryayî yên artêşê de “qezayek qewimî” û di encamê de 19 serbaz û personel hatin kuştin û 15 serbaz jî birîndar bûn.

Artêşa Îranê behsa sebeb û çawanîya wê rûdanê nekirîye lê tê gotin mûşekek bi xeletî li germîyeka şer ya bi navê Konarek ketîye û bûye sebeba wê rûdanê.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin