Li gorî daxuyaniya rêxistina mafên mirovan a Hengawê, rayedarên Îranê 2 çalakvanên jin ên Kurd qamçî kirin û paşê ew veguhastine Zîndana Navendî ya Sîneyê.
Neda Dadecanî û Setayiş (Behnûş) Serabî, Kanûna Paşîn a 2026an di dema xwenîşandanên seranserê welêt de li bajarê Qirweyê yê parêzgeha Kurdistanê hatibûn desteserkirin.
Di wan xwenîşandanan de rayedarên Îranê li dijî bi hezaran xwenîşander, mixalif û çalakvanan tedbîrên tund stendibûn.
Her du çalakvan pişt re bi kefaletê hatibûn berdan.
Dadgeha Cezayê ya Qirweyê bi tohmeta "têkdana aramiya giştî" her du jin darizandin.
Dadgehê salek cezayê girtîgehê, 31 qamçî û 2 sal cezayê sirgûnê yê navçeya Nîkşehrê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê Îranê da wan.
Li gorî daxuyaniya rêxistina mafên mirovan, dadgehê bangî şemiyê bangî her du jinan kir û her yek ji wan 31 caran hat qamçîkirin.
Piştî bicîkirina cezayê qamçîkirinê, ew ji bo ku cezayê xwe bikişînin sewqî qawîşa jinan a Zîndana Navendî ya Sîneyê hatin kirin.
Her wiha Dadgeha Şoreşê bi tohmeta "kombûn û hevkariya ji bo pêkanîna tawanên li dijî ewlehiya navxweyî" 2 sal cezayê zêde yê girtîgehê da her yekê.
Hunermenda xelatgir kirin armanc
Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Neda Dadecanî hunermend, sêwirînera cilan û makyozera şanoyê ye.
Dadecanî her wiha di festîvaleke herêmî ya şanoyê ya ji bo astengdaran de, di warê kûklavanî û sêwirîna kûklayan de xelat standiye.
Piştî êrişên asmanî zext zêde bûn
Rayedarên Îranê di mehên dawî de girtinên bikom û desteserkirinên keyfî zêde kirine.
Tê diyarkirin ku ev zext piştî şerê ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest pê kiriye bi awayekî cidî zêde bûne.
Di bûyereke bi vî rengî ya meha hezîranê de, stranbêja Îranî Parasto Ahmedî û 8 kesên ji tîma wê yahilberînê, ji ber ku li ser YouTubeyê konsereke zindî dab, bi 74 qamçiyan hatibûn cezakirin.
Dadgeha parêzgeha Qûmê, bi tohmeta "bi rêya naverokên neexlaqî binpêkirina exlaqê giştî" li gel cezayê qamçiyan, 2 sal cezayê qedexeya derketina derveyî welêt û qedexeya xebatên hunerî dabû wan hunermendan.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan dike ku li gorî qanûnên Îranê ji diziyê bigire heta gotina stranan a li cihên giştî, ji êrişan bigire heta îftirayan zêdetirî 100 kiryar di çarçoveya cezayê qamçiyan de ne.
Amar nîşan didin ku bi taybetî ciwanên di bin 35 saliyê re, bi hincetên wekî di meha Remezanê de xwarin an jî beşdarbûna şahiyên têkel, dibin armanca sereke ya van cezayan.