Li Îranê balafira polîsan ket: 2 kuştî

Balafireke hêzên polîs ên Îranê li bakurê wî welatî kete xwarê û di bûyerê de du endamên hêzên polîs ên Îranê jîyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Polîsê Îranê, Ehmed Nûrîyan ragihandîye, ku balafireke hêzên polîs ya ji corê Cessna (Sêsna) êvara roja Çarşemê li navçeya Selamnaşehr a parêzgeha Mazenderanê li bakurê wî welatî ketîye xwarê.

Balafir li nav daristanekê bi navê Daristana Motel Qû ketîye xwarê.

Ehmed Nûrîyan dîyar kirîye, ku “di bûyerê de 2 kesan jîyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan pîlotê balafirê bûye.”

Berdevkê Polîsê Îranê herwiha daye xuyakirin, “ew balafir di operasyoneke hêzên polîs de beşdar bûbû ku ew bûyer pê re qewmîye û ketîye xwarê.”

Ehmed Nûrîyan got, wan tîmeke pispor şandîye navçeyê daku derbarê sedemên ketina wê balafirê de lêkolînê bikin. Bi gotina Nûrîyan, ew texmîn dikin, ku balafir bi sedema xirabîya rewşa hewayê û kêmbûna mesafeya dîtinê ketibe xwarê.

Rêveberê Îdareya Hawarçûnê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Mazenderanê jî ragihandîye, tîmên wan û Heyva Sor a Îranê li gel tîmên polîs û Supaya Pasdaran li nav daristanê li pey termên herdu kesên di balafirê de digerin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin
Îran bi lezgînî tunelên xwe yên mûşekan nûjen dike