Li Îranê 178 kesên din bi Koronayê can dan

Li Îranê 178 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 3700 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 712 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 429 hezar û 193 kesan.

Wezareta tenduristiya Îranê her wiha da zanîn, ji duhî de 178 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 24 hezar û 656 kesan.

Li gorî amarên han, hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 363 hezar û 737 kesan.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê