Li Idlibê Cebheya Niştimanî çekên xwe yên giran vedikişînin

Cebheya Niştimanî Bo Rizgarkirinê ku ji hêzên opozisyona Sûriyê pêk tê, li Idlibê dest bi cîbicîkirina rêkevtina navbera Rûsya û Tirkiyê kiriye.

Li navçeya El-Îs ku dikeve başûrê parêzgaeha Helebê û hevsînorê Idlib û Hemayê, çekdarên Cebheya Niştîmanî Bo Rizgarkirinê ya ser bi Tirkiyê ve rêkevtina Putin-Erdogan bo devera bêçek cîbicîh dikin, herwiha xalên çevdêriyê yên li ser çeperên şer, li dijî artêşa Sûriyê li deverê qayim dikin.

 

Bi gotina fermandarekî cebheya navborî wan dever ligor rêkevtinê ji çekên giran vala kiriye, lê ew ti carî deverê bicîh nahêlin.

 

Fermandarê Cebheya Niştîmanî, Ebû Welîd dibêje: "Em li gor rêkevtinê çekên giran ji deverê vedikişînin, plana me berdewam e, em dixwazin ev pirs bi yekcarî bidawî bibe, hevdem ev rêkevtin helwêsta me naguhere, çekdarên me çeperên xwe asê dikin, em ji deverê venakişin heta dilopa dawî ya xwîna me bi saya xwedê."

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin