Li Hisîçayê xwenîşandan: Hêzên ewlehiyê gule reşandin

Derengiya îşev, bi sedan welatiyên bajarê Hisîçayê daketin kolanan û dest bi xwenîşandanê kir.

Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Sûriyeyê ji bo belavkirina ciwanên Kurd gule berdan hewayê.

Ji ber gulebaranê zerer gihîşt hinek mal û milkên welatiyan.

Derengiya îşev, bi sedan welatiyên bajarê Hisîçayê daketin kolanan û dest bi xwenîşandanê kir.

Serokê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku Asayîşê ji bo kontrolkirina rewşa Taxa Muftiyê gule berdan hewayê û paşê beşek ji hêzên xwe ji herêmê vekişand.

Alozî çawa dest pê kir?

Ev bûyer piştî wê yekê dest pê kir ku hejmarek welatî ji bo daxwaza mafên xwe li hev civiyan.

Piştî ku êrişî wesayîteke hêzên ewlehiyê hat kirin, Asayîşê bi tundî destwerdan kir.

Asayîşê ji bo belavkirina xwenîşanderan gule berdan hewayê.

Her wiha hêzên asayîşê bi qondaxên çekan zerer da çend otomobîlên sivîlan.

Hêzên Asayîşê paşve vekişiyan

Hêzeke mezin a piştgiriyê ku ji 10 otomobîlên tijî çekdar pêk dihat gihîşt taxa navborî.

Lê belê paşê ji bo kontrolkirina hêrsa xelkê û rêlibergirtina kûrbûna aloziyan, beşek ji hêzên ewlehiyê paşve vekişiyan. (RN)

Kurdistan Haberleri

Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrîşî kampa awareyên Rojhilat li Kewrgoskê hat kirin
Zanîngeha Artukluyê kurs û azmûna sertîfîkayê ya Kurdî vedike
Li Serê Kaniyê çekdaran dest daniye ser 5500 malên koçberan
Li Zanîngeha Îlamê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin
Mesrûr Barzanî: Sînorê sebira me jî heye