Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi mebesta pêşxistina kerta avdêriyê û bikaranîna rêbazên zanistî, "Navenda Çavkaniyên Av û Axê" vekir. Ev navend dê wekî bingeheke daneyan a dîjîtal ji bo parastina çavkaniyên siruştî kar bike.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 26ê Nîsanê serdana Rêveberiya Avdêriya Hewlêrê kir. Xoşnaw di çarçoveya serdana xwe de, li nava avahiya rêveberiyê "Navenda Çavkaniyên Av û Axê" bi awayekî fermî vekir.
Navenda nû wekî dezgeheke zanistî û daneyî ya nûjen hatî avakirin. Armanca wê ya sereke komkirina lêkolînên akademîk û pêşkêşkirina şêwirdariya pisporane ye li ser birêvebirina çavkaniyên siruştî li sînorê parêzgeha Hewlêrê.
Umîd Xoşnaw piştî vekirina navendê, ev proje wekî "stratejîk û girîng" pênase kir. Xoşnaw destnîşan kir ku parêzgeh dê piştgiriyê bide her hewildaneke ku xizmeta parastina samanên av û axê dike.
Rûbirûbûna li dijî guherîna keşûhewayê
Armancên sereke yên avakirina vê navendê ev in:
- Avakirina bingeheke zanyariyan a bihêz, ji bo rûbirûbûna li dijî guherîna keşûhewayê.
- Parastina ava binerd.
- Pêşxistina kerta çandiniyê, bi rêya bikaranîna nexşeyên dîjîtal ên ji bo ax û avê.
Gava Hewlêrê ya ber bi dîjîtalîzekirinê ve
Bi vekirina vê navendê, parêzgeha Hewlêrê gaveke girîng ber bi dîjîtalîzekirina agahiyên jîngehparêziyê ve diavêje. Navend dê ji bo lêkolîner û biryarderan bibe çavkaniyeke pêbawer daku karibin bi rêbazên zanistî û serdemî rê li ber xerckirina bêserûber a çavkaniyên siruştî bigirin.