Li Hewlêrê dronek li malekê ket: Zerereke zêde heye

.

Danê sibehê dronek li mala welatiyekê ya li taxa Karêzanê ya bajarê Hewlêrê ket û teqiya.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, dema teqînê kes li malê nebûye.

Li gorî dîmenên ku welatiyan tomar kirine û ji Rûdawê re şandine, dronê nêzîkî saet 06:20î ji başûrê Hewlêrê ber bi bakurê bajêr ve çûye.

Bêyî ku were xistin, ew dron rasterast li malê ketiye û teqiyaye.

Ev ji destpêka şer ve cara sêyem e ku li wê taxê dronek dikeve xwarê.

"Kes li malê nebû"

Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Dolemerî li ber wê mala ku dronê lê daye amade bû ragihand ku xwediyê malê jineke nêzîkî 70 salî ye.

Ew jin dema êrişê li mala kurekî xwe bûye û ji ber wê jî ti ziyanên canî çênebûne.

Di encama teqîna dronê de banê malê û hemû beşên din zerereke zêde ya madî dîtine.

Her wiha cam û deriyên malên derdorê jî şikestine û li gelek cihan zerer çêbûye.

Zêdetirî 600 êriş pêk hatine

Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li Îranê ve ku 28ê Sibatê dest pê kiribû, heta îro bi zêdetirî 600 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Zêdebûna van êrişan di nav xelkê de bûye sedema tirs û dilgiraniyeke mezin.

Welatî dixwazin ku rê li ber van êrişan were girtin ku jiyana sivîlan nekeve metirsiyê.

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin