Li Hewlêrê civîna dîrokî: Serok Barzanî, Tom Barrack, Mezlûm Ebdî û ENKS civiyan

.

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê mazûvaniya civîneke girîng kir ku tê de şandeya bilind a Amerîkayê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokê ENKSyê amade bûn.

Civîn îro bi beşdariya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Balyoz Thomas Barrack, Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê Wendy Green, Fermandarê Hêzên Amerîkayê yê li Sûriyeyê General Kevin Lambert, Kolonel Zakaria Cork, Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl hat lidarxistin.

"Bihevrejiyana li Sûriyeya nû"

Serok Barzanî di civînê de bixêrhatina mêhvanan kir û spasiya wan kir ku di vê rewşa taybet de ji bo aştiyê û rêlibergirtina tundiyê amadeyî civînê bûne.

Serok Barzanî tekezî li ser girîngiya diyalog, aramî û pêkvejiyana li "Sûriyeya Nû" kir.

Spasiya Amerîkayê

Di hevdîtinê de Balyoz Thomas Barrack li ser navê Amerîkayê spasiya Serok Barzanî kir ji ber mazûvaniya vê civînê û piştgiriya wî ya berdewam.

Di dawiya civînê de beşdaran li ser çend mijaran guftûgo kir û ji bo dabînkirina aramiyê ronahî xist ser çend gavên pratîkî.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin
Li Silêmaniyê bi mûşekan êrişî kampa Komeleyê hat kirin
PDK: Me deriyê dan û standinan negirtiye
Bi dehan welat dixwazin Tengava Hurmizê vebe
Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne