Di civînê de geşedanên herî dawî yên herêmê, rewşa giştî ya Sûriyeyê û rewşa kurdan a li wî welatî bi berfirehî hatin nirxandin û her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aramî û ewlehiyê kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Sûriyeyeke aram û ewle ku tê de mafên kurdan û hemû pêkhateyan parastî bin.
Barzanî her wiha bal kişand ser giringiya pêşxistina peywendî û hevkariya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ligel Sûriyeyê.
Di hevdîtinê de Mezlûm Ebdî jî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û ji ber helwest û piştgiriya wî ya berdewam a ji bo mafên kurdan û hewldanên wî yên ji bo aştî û seqamgîriyê minetdariya xwe anî ziman. (PK)