Qada Petrolê ya Xurmalayê ya stratejîk a li Hewlêrê, îşev bi du dronan hat hedefgirtin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di êrişê de ti zererên canî çênebûne û lêkolîn derbarê zererên madî berdewam dikin.
Çavkaniyekî payebilind ji Rûdawê re axivî û piştrast kir ku êriş bi şev bi du dronên cuda pêk hatiye.
Heman çavkaniyê teqez kir ku di êrişê de ti zererên canî çênebûne.
Daxuyaniya Dezgeha Dijeterorê ya Kurdistanê
Dezgeha Dijeterorê ya Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û got:
“Îşev saet 20:20 û 20:25an du dronên bombekirî li ser qada petrolê ya Xurmalayê ya li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê. Xweşbextane ti zererên canî çênebûn.”
Çavkaniyekî ewlehiyê jî hûrgiliyên êrişê ji Rûdawê re parve kirin û got:
“Her du dron ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hatin xistin.”
Heman çavkaniyê amaje pê kir ku droneke sêyem jî piştî demekê winda bûye û îhtimal heye ku vegeriyabe baregeha xwe.
Derbarê zererên madî yên muhtemel ên piştî êrişê heta niha ti daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn.
Ev êriş, duyemîn êrişa bi dronan bû ku di heman rojê de li Hewlêrê hat têkbirin.
Dezgeha Dijeterorê berê sibehê ragihandibû ku li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke bombekirî hatiye têkbirin û di wê êrişê de jî ti zererên canî û madî çênebûne.