Şeva borî bi dronan êrişî baregehên Komele û PDK-Îyê yên li Hewlêrê hat kirin.
Hinek dron li Dola Alaneyê û Kampa Cejnîkanê ketin xwarê û dronek jî li asmanê Xelîfanê hat xistin.
Endamê Komîteya Navendî ya Komeleyê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re ragihand ku bi du dronan êrişî Komeleyê hatiye kirin û got:
"Êriş demjimêr 00:20î li ser Dola Alaneyê hat kirin lê ti zererên canî çênebûn."
Penahî her wiha da zanîn ku ji destpêka şer ve bi zêdetirî 95 mûşek û dronan baregehên Komeleyê hatine hedefgirtin.
Êrişa li ser PDK-Îyê
Çavkaniyeke ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ) jî ji Rûdawê re ragihand:
"Îşev demjimêr 00:30î du dron li nav Kampa Cejnîkanê ya li rojhilatê Hewlêrê ketin xwarê lê ti zererên canî nînin."
Kampa Cejnîkanê cihê mana beşek ji malbat û xizmên Pêşmerge û kadroyên PDK-Îyê ye.
Piştî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê kamp hatibû valakirin.
Agir bi zeviyan ket
Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar diyar kir ku li Dola Alaneyê û gundekî qezaya Xelîfanê li sê cihan ji ber xistina dronan agir derketiye.
Endam Cebar her wiha da zanîn ku hinek perçeyên wan dronên ku hatine têkbirin ketine hewşên malan.