Sibeha îro bi dronan êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hat kirin.
Her wiha bi 3 mûşekan jî êrişî Koyeyê hat kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, li Hewlêrê ji ber ketina dronekê 4 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Nêzîkî saet 01:00ê berê sibeha îro du dengên bihêz li Hewlêrê hatin bihîstin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ew dengên du dronan bûn ku ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatin xistin.
Dronek piştî ku hatiye xistin kete ser banê malekê yê li nav bajarê Hewlêrê.
Ji ber wê yekê jî agir bi malê ket.
Çavkaniyeke ji Rûdawê re got “Ji ber ketina dronekê 4 welatiyên sivîl birîndar bûn."
Eshabul Kehf: Me êriş kir
Koma milîs a Şîe ya bi navê "Eshabul Kehf" a ku Îran piştgiriyê didiyê, berpirsyariya êrişa bi dronan a li ser navenda Hewlêrê xist stûyê xwe.
Komê îdia kir ku wan "berjewendiyên Amerîkayê kirine armanc" lê dron li banê maleke sivîlan ketiye.
Çavkaniya Rûdawê li ser birîndaran jî got, "Rewşa tenduristiyê ya wan 4 kesên ku birîndar bûne baş e.
Ti metirsî li ser jiyana wan nîne."
Koma çekdar a Îraqê, beşek ji komên "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" ye ku Îran piştgiriya wan dike.
Wan heta niha çend êrişên bi vî rengî yên li ser Herêma Kurdistanê li xwe girtine.
Li Silêmanî û Koyeyê jî êriş
Her berê sibeha îro dengên mezin li Silêmaniyê jî hatin bihîstin.
Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê Eqîd Karzan Şêrko ji Rûdawê re axivî.
Karzan Şêrko got ku êriş bi 2 dronan bû û ew dron di asmanê Fermandariya Herêma Duyem a Pêşmergeyan de hatin xistin.
Karzan Şêrko her wiha da zanîn ku sedema wî dengê bilind ê ku hatiye bihîstin, parçeyên dronê bûne ku ketine ser erdê.
Wî destnîşan kir ku di êrişê de zererên canî nebûne.
Di heman demê de berê sibeha îro careke din sînorê navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hat bombebarankirin.
Çavkaniyekê ji Rûdawê re got ku êriş bi 3 mûşekan pêk hatiye.