Şirketa Şamaranê ragihand ku ji aliyê hevpar û kargehên qadên Etrûş û Sersingê yên li parêzgeha Dihokê ve hatiye agahdarkirin ku hilberîna petrolê bi awayekî demkî û wekî rêkareke xweparastinê rawestandiye.
Şamaran dibêje, ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê ya navçeyê û bi armanca xweparastinê hilberîna petrolê rawestiyaye û ti ziyan negihîştiye beşên qad û samanan.
Pişkên şîrketan
Şirketa Şamaranê li qada Etrûşê xwediyê ji sedî 50yê pişkan e û ji sedî 25ê pişkan jî di destê şirketa HKNyê de ne.
Şirketa HKNyê ya ku kargeha qadê ye, rojane 35 hezar bermîl petrol li qada Etrûşê hildiberîne.
Li qada petrolê ya Sersingê, Şamaran xwediyê ji sedî 18ê pişkan e û HKN jî xwediyê ji sedî 62yê pişkan e.
Li wê qadê rojane 29 hezar bermîl petrol tê hilberîn.
Gulf Keystoneyê jî rawestand
Her îro şirketa Gulf Keystone ya ku li qada Şêxanê kar dike, ragihand ku ji ber rewşa ewlehiyê û wekî gaveke xweparastinê, hilberîna petrolê rawestandiye.
Gulf Keystone li qada Şêxanê rojane 44 hezar bermîl petrol hildiberand.
Roja Şemiyê şirketa Dana Gasê jî bi heman awayî hilberîna gaza siruştî li qada Kormorê ya li sînorê Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê rawestandibû.
Dana Gas rojane 750 milyon pê sêca gaza siruştî li kêlgeha Kormorê hildiberîne û piraniya karebaya Herêma Kurdistanê dabîn dike.