Li Herêma Kurdistanê mijara gotara Înê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ye

.

 Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, gotara îro ya mamostayên olî li seranserî Herêmê, taybet e bi rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û girîngiya yekhelwestiya Kurdan li hemberî gefan.

Berpirsê Bordê Gotara Înê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, Beşîr Hedad ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Îro li hemû mizgeftên Herêma Kurdistanê, sernavê gotara Înê li ser doza Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Ola Îslama pîroz her tim me han dide bo aştî, tebayî û biratiyê; di heman demê de li dijî her cure sitemkarî û çewsandinekê ye."

Hedad her wiha da zanîn, hemû mamostayên olî yên ser bi wezaretê ve, di pirsên neteweyî û nîştimanî de yekdeng û yekhelwest in. Herwiha destnîşan kir jî, di dema rûbirûbûna her gefekê de ku bibe ser Herêma Kurdistanê, mamostayên olî di hişyarkirina welatiyan de xwedî roleke sereke ne.

Di çend rojên borî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê, bi armanca piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê çendîn xwepêşandan û kombûnên cemawerî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî kempeyneke berfireh a alîkariyê ji bo awareyên Helebê û Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan