Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed (bi hejmara 32557 û li ser dîroka 15ê Cotmeha 2026an), biryara lêborîn û daxistina ji %75 a cezayên derengmayîn û biserçûna vîze û mafê rûniştinê ji bo welatiyên biyanî da.

Ev biryar wan welatiyên biyanî vedigire yên ku bi rêyên fermî û qanûnî hatine nav xaka Herêma Kurdistanê, lê ji ber sedemên cihêreng nekarîne mafê rûniştinê an vîzeya xwe di dema xwe de nû bikin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ew welatiyên biyanî yên ku ev biryar wan li xwe digire, dikarin heta 31ê Kanûna 2026an serdana rêveberiyên rûniştinê (îqame) bikin.

Di çarçoveya vê fermanê de, dema serdanê tenê ji %25ê tevahiya cezayê darayî yê derengmayînê ji wan tê wergirtin. (PK)

Kurdistan Haberleri

642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand
Metirsiya bidarvekirinê li ser Herî kêm 20 girtiyên din ên meha Befranbarê heye
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 90 karton derman pêşkêşî Tenduristiya Hesekê kir