Li Herêma Kurdistanê 180 kes bi Koronayê ketine

Wezareta Tendirustîyê Herêma Kurdistanê ragihand ku îro 180 kes bi nexweşîya vîrusa COVID -19 Koronayê ketine ku ev zêdetirîn rêja nexweşîya vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê di maweya rojekê de hatîye tomarkirin.

Li Herêma Kurdistanê 180 kes bi Koronayê ketine

 

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîyê Herêma Kurdistanê ragihand ku îro 180 kes bi nexweşîya vîrusa COVID -19 Koronayê ketine ku ev zêdetirîn rêja nexweşîya vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê di maweya rojekê de hatîye tomarkirin.

Wezîrê Temndirustîya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, di konferanseke rojnemevanî de aşkere kir îro roja pêncşemê 11.06.2020an zortirîn jimareyên berketîyên vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin . Herwiha Dr. Saman Berzincî da zanîn li seranserî parezgehên Herêma Kurdistanê 180 berketîyên Koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha Dr. Saman Berzincî aşkere jî kir, heta niha 1.891 berketîyên hatine tomarkirin û 559 berketî baş bûne û 1.297 nexweş jî tên tedawîkirin.

 

Siyaset Haberleri

Berpirsek û sê endamên Heşda Şeibî li Bexdayê hatin girtin
Lîza Kakayî: Danûstandinên PDK û YNKê ji bo avakirina hikûmeta nû berdewam in
Şêwirmendê Erdogan hûrgiliyên yasaya çareseriyê eşkere kirin
Pizîşkiyan peyama dawî ya Elî Xamineyî eşkere kir
Şandeya Xamineyî li Îraqê bi Serokê Heşdî Şebiyê re civiya