'Li Hemayê 100 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin'

Wezareta Berevaniya Rûsyayê eşkere kir ku li gundewarên bajarê Hemayê, nêzikî 100 çekdarên opozîsyona Sûriyê ji aliyê Artêşa Sûriyê ve hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê eşkere kir ku li gundewarên bajarê Hemayê, nêzikî 100 çekdarên opozîsyona Sûriyê ji aliyê Artêşa Sûriyê ve hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya bi 2 rojan, nêzîkî 450 çekdarên Tehrîr El Şam li bajarokê Kfirnbude ku dikeve bakurê Hemayê êrîşî Artêşa Sûriyê kir.

Hat ragihandin ku hêzên rejîmê ew êriş şikandin û di encama pevçûnên dijwar de nêzikî 100 çekdarên Tehrîr El Şam û grûbên biser ve ji aliyê Artêşa Sûriyê ve hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku 7 tank û wesayîtên çekdarên opozîsyonê hatine jinavbirin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de hat ragihandin ku Artêşa Sûriyê piştî pevçûnên dijwar bajarokê Kfirnbude kontrol kir û êrişên grûbên çekdar ên bo ser wan deveran ku vegerînin berdewam dikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê