Li Helebê teqîn: Mirî û birîndar hene

.

Li herêma Bab Ferecê ya bajarê Helebê teqîneke xwekujî rû da.

Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê ragihand ku îşev xwekujekî karwaneke Hêzên Ewlehiya Navxwe kir armanc û xwe di nav wan de teqand.

Li gorî agahiyên destpêkê, endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên destpêkê, polîsekî canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Parêzgariya  Helebê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku kesekî nasnameya wî nediyar bi êlekê bombekirî li herêma Bab Ferecê ya navenda bajarê Helebê karwaneke polîsan kiriye armanc.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, dema ku hêzên ewlehiyê bi kesekî gumanbar hesiyane û xwestine wî bigirin, wî kesî xwe teqandiye.

Hat destnîşankirin ku di encama êrişê de polîsekî dewriyeyê canê xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

Her wiha hat eşkerekirin ku aliyên pêwendîdar lêpirsîna li ser bûyerê didomînin û li herêmê kordona ewlehiyê hatiye danîn.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan