Li Helebê şer: HSD û Şam çi dibêjin?

.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi topbarankirina gundên li rojhilatê Helebê tohmetbar kir, HSDyê jî ragihand ku wan bersiv daye hewldaneke derbasbûnê ya hêzên Şamê.

Li gorî Ajansa SANAyê, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê îdia kiriye ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji çeperên xwe yên li Balafirgeha Leşkerî ya Cerahê û derdora bajarê Meskeneyê, “bi awayekî bêberpirsiyarane” dest bi topbaraneke dijwar kiriye.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di êrişê de "malên welatiyan ên li gundên Keyariye, Resm el-Ehmer û Hebûbe Kebîr ên li gundewarê rojhilatê Helebê hatine armanckirin."

Heman çavkaniyê îdia kir ku di encama topbaranê de du welatî mirine û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê da zanîn ku hêzên wan ketine amadebaşiyê û wan dest bi armanckirina çavkaniyên êrişê kiriye.

HSD: Hewldaneke derbasbûnê hat têkbirin

Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê ragihand ku wan li gundewarê bajarokê Til Hafirê yê başûrê rojhilatê kantona Tebqayê, hewldaneke derbasbûnê ya çekdarên hikûmeta Şamê têk biriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên HSDyê li hemberî hewldana derbasbûnê û topbaranê li ber xwe daye û bersiv daye.

Kurdistan Haberleri

Li Bakurê Kurdistanê rewşa zimanê Kurdî - Mustafa Uzun*
Çarenivîsa serkirdeyên Hemasê: Kî maye, kî hatiye kuştin?
Rêberên Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdunê serdana Qeterê dikin
TEBQA - Hêzên Şamê hewl da derbas bibin lê şervanan hewla wan têk bir
Di kela dîrokî ya 3 hezar salî ya Paloyê de qereqolekî Osmaniya hat dîtin