Li Helebê piştî ahenga Newrozê êrişî Kurdan kirin

.

 Piştî vegera ji ahenga Newrozê, hejmarek welatiyên Efrînê li parêzgeha Helebê rastî êrişa bi dehan welatiyên Sûriyeyî hatin û heqaret li welatiyan hat kirin.

Di beşek ji wêne û vîdyoyên bûyerê de diyar dibe ku welatiyên Ereb camên otomobîlan dişikînin û heqaretê li Alayî Kurdistanê jî dikin.

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) Muslim Mihemed, ji parêzgeha Helebê ji Rûdawê re ragihand ku îro saet 10:00ê sibehê li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ahengeke taybet a cejna Newrozê hatiye sazkirin.

Muslim Mihemed da zanîn ku nêzîkî 10 hezar kes beşdarî ahengê bûne û hejmarek ji wan jî berpirsên Sûriyeyî bûn, di nav de Alîlarê Parêzgarê Helebê Elî Henûre jî amade bû.

Muslim Mihemed got, piştî 15 salan ev cara yekem e ku li wî bajarî ahenga Newrozê bi awayekî fermî tê lidarxistin û aheng bi sirûda niştimanî ya "Ey Reqîb" dest pê kiriye.

Rê li wan hat girtin

Endamê Serkirdayetiya PDK-Syê eşkere kir ku hejmareke berçav a amadebûyan xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn.

Wî da zanîn ku di dema vegerê de derdora saet 17:00an li ser rêya di navbera Til Rifet û Ezazê de ji aliyê bi dehan kesan ve rê li wan hatiye girtin.

Wekî ku Muslim Mihemed dibêje, wan kesan bi awayekî gelekî xerab êrişî welatiyên Kurd kiriye.

Muslim Mihemed her wiha got kju Ala Kurdistanê ji welatiyan standine û şewitandine, heqaret li xelkê hatiye kirin, li wan dane û camên otomobîlên wan şikandine.

Kurdistan Haberleri

Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin
Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket