Li Helebê êriş, birîndar hene

.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê ragihand ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê îro sibehê êrişî xaleke kontrolê ya hevbeş a li çerxerêya Şîhanê ya li derdora taxa Eşrefiyeyê kiriye.

Hat ragihandin ku di êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi giranî birîndar bûne û ew ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ev êriş şermezar kir û daxuyand ku ji bo ewlehiya cihê bûyerê û rêlibergirtina li berfirehbûna pevçûnê tedbîrên pêwîst hatine wergirtin û got:

“Ev bûyer wekî berdewamiya zincîra binpêkirinên ducare yên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ye û binpêkirineke eşkere ya hewlên ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya li herêmê ye.”

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê diyar kir ku ew pêbendî parastina sivîlan û ewlehiya giştî ne û aliyên berpirsiyar ên vê êrişê ji aliyê yasayî û exlaqî ve ji encaman bi tevahî berpirsiyar in.

Çi bûbû?

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bin dorpêça çekdaran de ne.

Gelê her du taxan êvara duşemê (06.10.2025) ji bo şikandina dorpêça li ser taxên xwe derketibû kolanan.

Pişt re çekdarên di kontrola Şamê de êrişî taxên Kurdan kir û demjimêr 22:20ê şevê şer dest pê kir.

Sibeha sêşemê (07.10.2025) jî agirbest hat ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Peymangeha Waşintonê: Gihîştina petrola Kurdistanê bo Amerîkayê nîşaneka bihêziya siyasî û aborî ye
Tom Barrack: Navendîbûn û federalîzm wehma hikûmetan in
Rûxîna Esed tê pîrozkirin: Rêberê Elewiyan boykot xwest
Adil Baxewan: Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku bicivin
Hakan Fidan: Divê hin hêzên di nav HSDê de bên hilweşandin