Li Helebê agirbest hat ragihandin

.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku şandeyên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser ragihandina agirbestê li hev kiriye.

Li gorî wê çavkaniyê çavkaniyê, piştî fermana Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo rawestandina şer dan û standin hatine kirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji ber dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, hevserokên encumena taxan û berpirsên asayîşa Rêveberiya Xweser nikarîbû beşdarî civînê bibin.

Gera yekem a dan û standinan serê vê sibehê bi dawî bûye û dê diyalog îro berdewam bike.

Taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) di bin dorpêça çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê de ne.

Şeva borî şêniyên her du taxan li dijî vê dorpêçê daketin qadan û rastî êrişa çekdaran hatin.

Heta derengê şevê di navbera çekdarên girêdayî Şamê û hêzên Kurdan ên li her du taxan de şer û pevçûn çêbûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Mihemed Emîn Elîko ji Rûdawê ragihandibû ku li Helebê jiyana 450 hezar kesî di xeterê de ye.

Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman li ser rewşê ji Rûdawê re axivî gotibû, “Ehmed Şer piştî Elewî û Durziyan, dest bi komkujiya Kurdan kir.”

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin