Li Hamburgê danasîna Tifaqa Welatperwer û Demokrat

Li Hamburgê bi civînekê Tifaqa welatperwer û demokrat ji Kurdên Bakurê Almanyayê re alternatîfa xwe ya Kurdistanî da nasîn.

Li Hamburgê bi beşdarîya Serokê PSKê Mesut Tek û endamê Meclîsa Ewrûpa ya PAKê Baran Hemze bi kurdên Bakurê Almanyayê re civîneke înformatîf pêk anîn.

Di civînê de gelek berpirsên dezge, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdar bûn, li ser navê PSK Mesut Tek, liser navê PAK Baran Hemze di rewşa heyî de girîngîya helwesta Kurdistanî, ji ber astengiyên Qanûna Esasî mecbûriyeta beşdarîya wek namzetên serbixwe anîn ziman.

Her du axaftvan di peyva xwe de, da nîşandan ku li dervayê alternatîfa partiyên dewletê û alternatîfa entegre ya HDP, pêwistîya xeta netewî ya Kurdistanî bi riya namzetên serbixwe rawestiyan. Digel hemû şertên nemusaît ev gavên pîroz li bakurê welatê me destpêka ji nû ve vejîna xeta welatperwerî hat bi nav kirin.

Herweha her axaftvan di peyva xwe de gotin ku piştî hilbijartina şaradarîyî li bakurê welatê me xeta welatperwer hîn zelaltir bibe. Di panelê de bi girîngî pêwistîya berdawama tevxebatê hate ziman.

Panel bi pirs û bersîvên panelîsta berdewam kir. Cîhê kêfxweşîyê ye hêvî û gumman gelek bilind bû.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist