Li gorî amarên fermî li Tirkiyeyê çiqas koçber hene?

.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li Tirkiyeyê bi tevahî 4 milyon û 843 hezar û 594 koçber hene.

Alî Yerlîkaya li Enqereyê derbarê hejmara koçberan de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Yerlîkaya got, “Li welatê me du cor koçber hene, yên yasayî û yên ne yasayî. Li welatê me niha 4 milyon û 843 hezar û 594 koçber hene.”

Li aliyê din, Yerlîkaya da zanîn ku milyonek û 243 hezar û 423 koçberan mafê niştecîbûnê wergirtiye û yasayî ne.

Herwiha li gorî Yerlîkaya, 292 hezar û 289 koçber jî bi statuya parastina navdewletî li Tirkiyeyê dimînin.

“3 milyon û 307 hezar û 882 koçberên Sûriyeyî hene”

Yerlîkaya hejmara koçberên Sûriyeyê jî da û got:

“Li welatê me niha 3 milyon û 307 hezar û 882 koçberên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de hene.

Yên din jî yan bi qeçaxî hatine yan jî bi vîze hatine lê piştî vîzeya wan xilas bûye venegeriyane.

Meha dawî di kontrolan de 21 hezar koçberên neyasayî hatine dersînorkirin.”

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn