Li Girê Spî teqîn: 8 kes hatin kuştin

Li navçeya Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê otombîlek bombekirî teqîya û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku li navçeya Girê Sipî ku niha bin kontorola çekdarên opozisyona Sûrî yên girêdayî Enqerê de ye, teqînek çêbû.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanîya Tirkîyê ku li ser twitterê hatîye belavkirin, otomobîlek bombekirî li bajarokê Silûkê teqîya.

Di encama teqînê de 8 kesan canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Wezareta Berevanîya Tirkîyê îdia dike ku ew teqîn ji alîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatîye encamdan, lê heta niha YPG derbarê teqînê de ti daxuyanîyeke fermî belav nekirîye.

Siyaset Haberleri

Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide
78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne
Pizîşkiyan: Em li ser şiyana xwe ya nukleerê ya aştîxwaz tawîzan nadin
Jûra Bazirganiyê ya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ferhenga aborî ya Kurdî amade dikin