Li Girê Spî 8 hêzên ser bi Tirkîyê ve hatin kuştin

Li navçeya Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayî Tirkîyê de şerekî giran derket.

Navenda Nûçeyan- Li gorî medyaya HSDê, di wî şerî de 8 çekdarên ser bi Tirkîyê ve hatine kuştin.

Li gor zanyarîyan, Artêşa Tikrîyê û grûpên çekdar roja Yekşemê êrîşê ser gundên Qizelî û Korîkê yên ser bi baajrê Girê Spî ve kirin, lê şervanên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk bersiv dane û êrîşa çekdaran têkşikandine.

Medyayên HSDê herwiha dîyar kirîye, di encama wî şerî de 8 çekdarên ser bi Tikrîyê ve hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Di nav kuştîyan de 2 berpirsên grûpa çekdar a Sultan Murad jî hene ku Tirkîye piştevanîya wê dike.

Girê Spî û Serê Kanîyê du bajarên Rojavayê Kurdistanê ne ku di encama êrîşa Tirkîyê bo ser Rojava de ketine jêr kontrola wî welat..

Artêşa Tirkîyê ji roja 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê kirîye ku heta niha jî didome.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir