Li Gebzeyê polêsan cardin êrîşî dayîkan kir

Li Gebzeyê îro 21ê Avrêlê ku 13mîn roja nobeda dayîkan bû, polêsan êrîş bire ser dayîkên gitrîyan ku hewl didin dengê zarokên xwe bigihînin rayagiştî.

Li Gebzeyê berîya 2 heftîyan dayîkên girtîyan dest bi nobetê kiribûn.

Roja înê 19ê Avrêlê, polêsan bi copan êrîşî dayîkan kir û çalakîya wan ferikand ku li ser tora civakî ji gelek derûdoran va, gelek bertek hatin nîşandan.

Digel van bertekên tund, îro yekşemê jî polêsan êrîşî çalakîyê kir.

Piştî ku hin berpirs hatin desteserkirin, dayîk û kesûkarên girtîyan, çalakîya xwe ya rûniştinê di bin dorpêça polêsan da domand.

Piştî hin berpirsên sîyasî, polêsên Gebzeyê, êrîş bire ser dayîkan û di encamê da, hin dayîk hatin desteserkirin.

Siyaset Haberleri

Tom Barrack û Serok Mesûd Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê ji şer were parastin
Ilimdarê Êzdiyatiyê ye rêzdar Pîr Xelat Eliyas , li ser Wesiyatê, Derewê, Fesadî, Hesûdî , Risq û hwd.di axive
Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Dawiya şer dê teslîmbûna bêşert a Îranê be
Piştî koçberiya malkambax vegera dilbiêş: 'Derî jî nehiştine'
Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene