Li Fransayê xwepêşandan: Bi dehan kes hatin desteserkirin!

.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Parîsa paytexta Fransayê, di xwepêşandana dijberên reforma malnişîniyê ku tê xwestin gav bi gav temenê malnişîniyê bibe 64, bi dehan kes hatin desteserkirin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku piştî Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne yasaya reformê ya ku bi mebesta zêdekirina temenê malnişîniyê ya ji 62yan ji bo 64 an bêyî dengdanê biryara derbaskirina pêşnûmeya reforman da, dijberên reforman li bajarên cuda yên Fransayê û li Parîsê daketin kolanan.

Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Fransayê hatin ragihandin, hat gotin ku bi hezaran muxalifên reformê li Meydana Concorde ya Parîsê ku nêzî Meclîsa Neteweyî ye, li hev civiyan. Di dema ku di navbera polîs û xwepêşandêran de kêliyên aloz hebû, xwepêşandêr ji qadê vekişiyan li kolanên kêlekê belav bûn.

Hat diyarkirin ku di çalakiyan de 310 kes hatin desteserkirin. Li gorî medyaya herêmî jî li bajarên wekî Nantes, Lyon û Rennesê yên cihêreng li kolanan alozî derdikeve.

Hat diyarkirin ku xwepêşandêran otomobîl û hin mal û milkên giştî û zibilên ku ji greva paqijkeran bi rojan li kolanên Parîsê kom bûbûn şewitandin. 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir