Li Fransayê ‘Hefteya Dîplomasiya Kurd’ tê sazkirin

.

 Nûnertiya Fransa ya Herêma Kurdistanê ragihand, di navbera rojên 12-18ê Nîsanê de Hefteya Dîplomasiya Kurd tê sazkirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî ji K24ê re daye xuyakirin ku wê di hefteya dîplomasiya Kurd de, semînerên online (webinar) bi beşdariya pisporan werin lidarxistin û bi bernameya Zoomê li ser rûpela Facbookê ya nûnertiya Kurdistanê ya Fransayê zindî were weşandin.

Dolemerî diyar kir ku mebesta wan bi vê projeyê danûstandinan ligel nêrînên cuda û rêbazên dîtina çareseriyên arîşeyan e ku herwiha yek ji armanca wan jî ew e di navbera welatiyên Herêma Kurdistanê û Kurdên diyasporayê de pireyekê ava bikin.

Dolemerî got ku ew dixwazin bi vê bernameyê re sûdê ji zanîngehan û nûnertiyên welatan bistînin.

Herwiha Dolemerî ragihand ku piştî pandemiya koronayê wê lobiya Kurd ji bo damezrandina dîplomasiya Kurd û diyasporaya Kurd bi hevkariya zanîngehên Kurdistanê konferanseke zanistî saz bikin.


 

Kurdistan Haberleri

Pentagonê ji HSD û Artêşa Sûriya Azad re 130 milyon dolar terxan kir
Rutte: Ger em xerca leşkerî ya NATO zêde nekin divê em fêrî Rûsî bibin
Ji gelê Sûriyê berteka ala HTŞê ya li kêleka Alaya Sûriyeya nû
Mark Rutte: Eger em ji bo parastinê pereyan veneqetînin divê em xwe fêrî Rûsî bikin
Huseyîn Çelîk: Çima dema Kurd dibin cîranê me problem çêdibe?