Li Fransa û Brîtanyayê maske hat mecbûr kirin

Fransa û Brîtanya hazirîyê dikin ku karanîna maskeyan mecbûr bikin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku ewê ji 1’ê Tebaxê pê ve ji gel bixwazin ku li cîhên girtî yên civakî maskeyan bidin ber rûyên xwe.

‘’Dijî vîrusa korona rêbazên herî baş karanîna maskeyan, şûştina destan û mesafeya civakî ye’’ Macron got.

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock jî dîyar kir ku ewê li magaza û supermarketan karanîna maskeyan mecbûr bikin.

Hancok da zanîn ku dê karanîna maskeyan ji 24’ê Tîrmehê pê ve mecbûr be.

Kesên li magaza û supermarketan maskeyan nadin ber rûyên xwe dê heta 100 sterlîn ceza bidin.

Hikûmeta Brîtanya di 15’ê Hezîranê de biryar dabû ku di maşîneyên veguhastinên komî de maske werin karanîn.

Jiber vîrusa korona li Fransa pirtir ji 30,000 li Brîtanya jî 44,830 kes jîyanên xwe ji dest dane.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe