Li Fransa greva giştî ya herî mezin di dîroka wî welatî de destpê kir

Greva herî mezin a dîroka komara Fransa de destpê kir û hemû alîyên jîyanê li xwe digre.

Navenda Nûçeyan- Îro 05.12.2019ê şeqamên Fransayê hatine vala kirin û hemû amûr û wesayîtên veguhestina giştî yên wek Metro, Tramvay, trenên lez, veguhestina esmanî û deryayî li Fransayê hatin ragirtin.

Herwaha grev, li fermangehên polîs û ofîsa serekî ya polîs, karmendên tenduristîyê, cotyar û karkerên welat jî li xwe girt û ev wek greva herî mezin di dîroka Fransa de tê penase kirin.

Ev greva giştî li hember sîyaseta darayî ya hikûmetê, bi taybet a derbarê mûçeyên fermanberan û malnişan e û awayê nerazîbûna hemwelatîyên Fransayê ye.

Çavkanî: Basnews

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin