Li Ewrûpayê me rêxistineke hîn bihêztir divê

PAK-Ewrûpa bangî hemû endam, piştgir, dilxwaz û dostê xwe dike li seranserê Ewrûpa bi aktîvî beşdarî meş û xwepêşandanên rûreşkirina Molayên xwînrêj ê Îranê bibin.

Meclîsa Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa civîna xwe ya sêyem li Norveçê, li bajarê Stavangerê dawiya heftiya çûyî pêk anî. Nûçeya bombardumankirina meqerên HDK Hizba Demokratê Kurdistan û PDKÎ Partî Demokratî Kurdistana Îranê li Koyê û dardekirina sê xortên Kurd ji aliyê rejîma bi xwîn a mollayan Îranê, wek xemgîniyek sar, xwe berda ser civînê.

Civîn deqîqeyek ji bo cangorîyên bombardumana Koyê û cangoriyên dardekirî yê rojhilatê Kurdistanê, rêzê girt. PAK-Ewrûpa bangî hemû endam, piştgir, dilxwaz û dostê xwe dike li seranserê Ewrûpa bi aktîvî beşdarî meş û xwepêşandanên rûreşkirina Molayên xwînrêj ê Îranê bibin.

Yek ji xala rojevê ya Meclîsa Ewrûpa xebata avakirina federasyonan li welatên Ewrûpa û di encamê de civandina wan a di bin banê yek konfederasyonekê de bû. PAK-Ewrûpa rûmeteke mezin dide kar û xebata birêxistinkirina hemwelatiyên Kurdistanê ku li derveyî welat bi cî bûne.

Kar û xebatên avakirina konfederasyonekê li seranserê Ewrûpa gavek e pîroz e, lê xebata ku heta nuha hatiye kirin têrî avakirina rêxistineke bi vî rengî nake. Bêyî ku mirov ji vê armancê dûr bikeve û sist bibe, wexteke fireh, rê û formulên cuda ku karibe giraniya rêxistinên civakî yên reng bi reng, bîne ba hev, bibîne.

Civîna Meclîsa Rêxistina Ewrûpayê ya piştgirên PAKê xebata şeş mehên dawîn nirxand, ji bo xurtkirin û berfirehkirina rêxistinê hin biryaran girt. Meclîs bal kişand ser rewşa aloz a welat û xeteriya ku rewşa heyî hîn dikare aloztir bibe. Ji bo vê yekê xurtbûna PAKê li Ewrûpa û berfirehtirkirina xebatên wê, gelek girîng e.

Şeva navbera her du rojên civînê, endamên meclîsa Ewrûpa, bi piştgir û dostên PAKê yên li Stavengerê re, şevbêrkek xweş û bi sohbet derbas kir.

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye