Li Ewropayê herî kêm 18 hezar zarokên penaber wenda ne

.

Li gor amarên saziyên fermî yên Ewropayê di navbera salên 2018-2020an de 18 hezar û 292 zarokên penaber ku di jêr parastina dewletê de bûn wenda ne. Ew zarok bêyî ku dayîk û bav an kesekî mezin ligel wan be xwe gihandine welatên Ewropayê.

Grupek lêkolînvan bi navê Lost in Europe ku ji gelek welatan rojnamevan têde cih digrin ragihand ku li welatên Ewropayê hejmareke zêde zarokên penaber wendane. Piraniya van zarokên penaber ji Fas, Cezayir û Eritreyê ne.

Li gor amarên ku Lost in Europe ji saziyên fermî bi dest xistine li Italya 5 hezar û 775, Belçika 2 hezar û 642, Yunanistan 2 hezar û 118, Spanya 1889 û Swîsreyê 944 zarok wenda ne.

Saziya Ewlekariya Federal a Almanî jî da xuyakirin ku di navbera salên 2018-2020an de hejmara zarokên ku wenda ne 7 hezar û 806 e. Piraniya van zarokan ji welatên Efxan, Fas û Cezayir in û heta niha yên hatine dîtin 7 hezar û 82 û yên ku wenda mane 724 zarok in. Lê Saziya Ewlekariya Federal a Almanî diyar kir ku ev hejmar ne piştrastkirî ne.

Rêveberê Komeleya Alîkariya Zarokan a Almanî Holger Hofmann bi daxuyaniyekê helwesta polîsan rexne kir û got: “Derbarê hejmara zarokên penaber ên wenda de ne zelalbûna  Saziya Ewlekariyê ji aliyê mafên zarokan ve hetîketiyeke.”

Lêkolîna Lost in Europe derxist ku istatistikên zarokên penaber ên wenda rast nehatine nivîsandin. Li gelek welatan jî wek Fransa, Danîmark û Romanya tu tomarek derbarê zarokên penaber ên wenda de nîne.

(Rûdaw) 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike