Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir

Li navçeya Qubînê ya Êlihê, zaroka 17 salî Î.P. bi awayekê bi guman xwest întîhar bike. Hat îdîa kirin ku Î.P. ji ber ku ji alîyê çawîşê pispor M.O. ve hatîye tecawîzkirin, xwestîye dawî li jîyana xwe bîne.

 

Li gund Çobanlik a navçeya Qubînê ya Êlihê, zaroka 17 salî Î.P. bi awayekê bi guman xwest bi çiftê întîhar bike. Malbata Î.P. a bûyer bihîst, keça xwe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê. Î.P. piştî mudaxileya dest pê kê, sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin. Dûre Î.P. hat emelîyatkirin û piştre jî rakirin beşa lezgîn. Hat dîyar kirin ku talûkeya  jîyana Î.P. dewam dike. 

 

Li gorî îdîayan, Î.P. ji ber ku rastî tecawîza çawîşê pispor ê bi navê M.O. hatîye , xwestîye întîhar bike. 

 

Piştî îdîayan, gelek kesan li ser hesabê medya civakî dest bi hashtage #êlihbêdeng nebe (#susmabatman) bertek nîşan dan

MA

 

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist