Li Efrînê teqînekê rû da

Li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê tankereke sotemenîyê hat teqandin.

Navenda Nûçeyan - Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, li taxa Eşrefîyê îro danê sibe demjimêr 08:00 bomebeyek di tankereke sotemenîyê de hatibû çandin teqîya.

Li gor zanyarîyên destpêkê, ji encama teqînê agirekî mezin jî li nava taxa belav bû, lê zîyanên canî nebûne û zîyan tenê madî bûn. 

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de rewşa ewlehîyê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn li Efrînê rû didin û welatîyên sivîl dibin qurbanî.

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin