Li Dîyale du teqîn – Kuştî û birîndar hene

Li Dîyale du teqîn – Kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Dîyale ya Iraqê di encama teqîna bombekê de 2 polîs hatin kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê polîsê Dîyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, îro li rojhilatê parêzgeha Dîyale bombek bi otomobîla hêzên polîs de teqîya.

Nîhad Mihemed da zanîn, di wê teqînê de du polîs hatin kuştin.

Berdevkê polîsê Dîyale her wiha ragihand, li bakûrê parêzgeha Dîyale jî teqînek qewimî. Di wê teqînê de jî du cotkar giran birîndar bûn.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin