Li Efrînê teqîn

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, teqînek çêbû û li gor agahiyan di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, teqînek çêbû û li gor agahiyan di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

 

Li gor agahiyên destpêkê, teqîn li ser rêya nahiyeya Raco ya ser bi bajarê Efrînê ve çêbûye.

 

Herwiha hatiye zanîn ku teqîn bi sedema otomobîleke bombekirî derketiye.

 

Li gor zanyariyan, ji ber teqîna ku îro li Efrînê çêbûye, kesekî canê xwe ji dest daye û 13 kes jî birîndar bûne.

 

Çavkaniyên xwecihî ragihandine, ku kesên kuştî û birîndar, welatiyên sivîl in. Birîndar bi ambulansan û herwiha bi alîkariya xelkê derdorê bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

 

Bi sedema teqînê zirarek mezin gihîştiye xanî, avahî û dikanên derdora cihê teqînê. Herwiha ji ber teqînê dûkeleke mezin li cihê bûyerê bilind bûye.

 

Heta niha ti aliyekî berpirsatiya teqînê li xwe negirtiye.

 

Herêma Efrînê niha di kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

 

Artêşa Tirkiyê di dawiya zivistana 2017an de bi alîkariya grûpên çekdar ên Artêşa Sûriyeya Azad êrîşî Efrînê kir û piştî şerekî 58 rojî, di 18ê Adara 2018an de Efrîn kete destê wan hêzan.

 

Pêştir li Efrînê Rêveberiya Xweser hatibû avakirin û ew herêma Rojavayê Kurdistanê weke kantonek ji kantonên Rojavayê Kurdistanê dihate birêvebirin.

 

Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ewlehiya herêmê diparastin, ku piştî ketina Efrînê, Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û YPG ber bi herêma Şehbayê ve, ku navenda wê bajarokê Til Rifet e, paş ve vekişiyan.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin