Li Efrînê otomobîleke bombekirî teqiya.. Kuştî û birîndar hene

.

Li bajarê Efrînê di teqîna otomobîleke bombekirî de kesekî sivîl hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû. 

Li bajarê di teqîna otomobîleke bombekirî de kesekî sivîl hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro li çatrêya gundê Kefir Cenê yê ser bi navçeya Şera ve otomobîleke bombekirî teqiya.

Li gor zanyariyên wî jêderî, di teqînê de kesekî sivîl hat kuştin û kesekî din ê bi navê Mehmûd Mihemed Osman jî birîndar bûye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Berî 3 rojan jî taxên sivîlan û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê bi mûşekan hatin armanckirin û di encamê de 20 welatiyên sivîl hatin kuştin û nêzîkî 40 kesî jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand