Li Efrînê li şûna melayên Kurd melayên Ereb hatin danîn

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar, melayên Kurd ji karê pêşnimêjiyê dûr xistin û li şûna wan melayên Ereb ên hawirde danîn.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar, melayên Kurd ji karê pêşnimêjiyê dûr xistin û li şûna wan ,elayên Ereb ên hawirde danîn.

 

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, grûpên çekdar melayên Kurd ên 13 gund û bajarokên Efrînê guhertine.

 

Heman Rêxistinê ragihandiye, li cihê wan melayên Kurd, ku nîştecihên resen ên herêma Efrînê ne, melayên Ereb ên hawirde hatine danîn.


 

Li gor rêxistinê, hinek ji wan melayên Ereb ên hawirde, bêyî ku zanistên olî xwandibin, li cihê melayên Kurd hatine danîn.


 

Proseya guhertina demografiya Efrînê û erebkirina herêmê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne