Li Efrînê Erebên hawirde êrişî ciwanekî Kurd kir

.

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Erebên hawirde êrişî ciwanekî Kurd kir.

Li gorî agahiyan, hinek Erebên hawirde li nêzîkî Newxweşxaneya Efrînê bi kêran êrişî ciwanê Kurd Rodî Mihemed Çeqel ê 16 salî kir.

Rodî Mihemed Çeqelê ji nahiyaya Cindirêsê, di encama êrişê de birîndar bû.

Piştî bûyerê hinek kesên ku li wê derê bûn, Rodî Mihemed Çeqel veguhast nexweşxaneyê.

Kesên ku êrişî Rodî Mihemed Çeqel kiribûn, heta niha nehatine girtin.

Ev ne cara yekemîn e zarok û ciwanên Kurd rastî êrişên Erebên hawirde tên.

Berê çend rojan li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê Erebekî hawirde zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalidê 16 salî kuştibû û paşê jî cenazeyê wî avêtibû bîrê.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand