Li Efrinê çekdarên Emşat û Hemzat dest danîn ser hezar darên zeytûnên hemwelatiyekî Kurd

.

Parêzerê ku bergiriya mafên mirovan dike Îbrahîm Şêxo ji bo Rûdawê ragihand ku li Efrînê li navça Bilbilê li gundê Eli Caro buroya darayî ya bi grûbên çekdar yên bi navên Emşat û Hemzat re dixebite dest danîne ser araziyên Bilal Oso.

İbrahim Şêxo ragihand ku grûbên çekdar yên navborî bi sedema malbata Oso têkiliyên wê bi HSDê re hene, dest danîne ser hezar darên malbatê yên zeytûnan. Li gor ragihandina Şêxo; hevjîna Bilal Oso di 8ê Adara 2024an de piştî rêvebiriya Esad çû, dageriya ser araziyên xwe yên li gund û dest bi ajotina erdê xwe kir. İbrahim Şêxo got:

“Ev pêngava destdanîna ser arazî û darên zeytûnan, piştî hukumeta Sûriyê li Efrînê komîta Aboriyê danî û desthilatê da grûbên çekdar û komîtê ku li herêmê buroyên xwe aktif bikin û lêkolînan di derbarê mal û araziyên xelkê de bikin, hat avêtin.”

Efrîn ji 20.01.2018an heya niha di bin desthilata artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê de ne. Di wê wextê de bi sed hezaran Kurd terka Efrînê kiribûn û serweta xwe li pet xwe hiştibûn. Grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê dest bi diziyê, talanê, yaxma, tecawuz, revandinê, sirgûn û îşkenceyan kiribûn û niha jî dewam dike.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin