Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê

.

Li Almanya bajarê Dortmundê, îro xelkê Kurd û dostên wan, li Rojava, şerê komkujî û tunekirinê ku li dijî xelkê Kurd tê meşandin, pêşandan û meşînek bi girseyî hat lidarxistin. Ev çalakiya ku bi hezaran mirov beşdar bûn, bi rêzgirtina şehîdên doza Kurdistan û xwendina sirûda netewîya Kurdistan Ey Reqîp destpêkir.

Di axaftinên vê pêşandanê de hat bilêvkirin ku çeteyên cîhadîst yên Ahmed Colanî û dewleta Tirk eşkere piştgirîyê dide van çeyeyan, li Rojava sîysetek misêwa ku tunekirina xelkê Kurd dike armanc dimeşîne. Axêveran got: ev kiryarên tê kirin ne şerekî ji rêzê ye, pirr vekirî komkujîyek bi zanîn e.

Axaftinên bi Kurdî û Almanî hat kirin, hat gotin ku armanckirina şênîyên sivîl, koçkirina bi darê zorê, guhertina serjimara (demografîk) şêniyan û şikandina şiyana gel, bingeha qirkirina milet bi rêya vî şerî ye. Dewletên Ewropî û sazîyên navnetewî ku behsa mafê mirovan dikin, bêdengîya wan ya li dijî çavsorîya li Rojava bi tundî hat rexnekirin û şermezarkirin.

Piştî pêşandanê girse, berbe navenda bajêr destbi meşînê kir. Di sernaserê meşînê de duruşmên mîna ”Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e!” hat avêtin. Di dema vê meşîna bi coş û bi biryar de, fîşekên hawayî jî hatin avêtin.

Cemîl EREN

Dortmund – Netewe/RûpelaNû

 

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin