Di nava 20 salan de rêjeya Kurdan li parêzgeha Diyaleyê ji sedî 20 kêm bûye.
Di sala yekem a bicihanîna Madeya 140î de zêdetirî 800 malbatên Ereb ên hawirde ji Diyaleyê vegeriyan cihên xwe lê di heman demê de, ji sala 1968an heta 1977an salane 204 Kurd li van deveran kêm bûne û 597 Ereb zêde bûne.
Ev amar di nav raporeke Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyî yên Herêma Kurdistanê de cih digirin ku derbarê rewşa deverên Kurdistanî yên li parêzgeha Diyaleyê hatiye amadekirin.
Kurd di 20 salan de ji sedî 20 kêm bûne
Rapor guherîna rêjeya Kurdan a li parêzgeha Diyaleyê di navbera serjimêriya sala 1957an heta 1977an de nîşan dide.
Dema ku rêjeya Ereban ji sedî 56, Tirkmenan ji sedî 4,3 û pêkhateyên din jî ji sedî 2,7 bû rêjeya Kurdan sala 1957an gihîştibû ji sedî 37an.
Ev rêje di serjimêriya sala 1977an de guherî; rêjeya Kurdan daket ji sedî 10,7an û bi vî awayî, di nava 20 salan de rêjeya Kurdan ji sedî 20 kêm bû.
Rêjeya Ereban derket ji sedî 87an ku di 20 salan de ji sedî 31 zêde bû.
Rêjeya Tirkmenan daket ji sedî 1,5an ku bi rêjeya ji sedî 2,8 kêm bû û pêkhateyên din jî daketin ji sedî 0,8an.
Di raporê de amara hejmara wan gundên bajarê Xaneqînê yên ku 238 gund bûn û nifûsa wan 53 hezar û 479 kes bû jî hene ku ji aliyê rejîma Beasê ve hatin wêrankirin.
Ji bilî Xaneqînê, deverên din ên Kurdistanî yên wekî Gelale, Sediye, Qoretû û Meydan jî li xwe girtine.
Beşeke din a amaran têkildarî rêjeya Kurdan a li Xaneqînê û nahiyeyên Gelale û Sediyeyê ye ku li gorî serjimêriya giştî ya nifûsê ya sala 1987an e.
Wê salê hejmara Kurdan li Xaneqînê 17 hezar û 985 kes bû ku ji sedî 45,8ê nifûsa bajêr pêk dianî.
Dema ku Ereb 19 hezar û 426 kes bûn û ji sedî 49,5ê nifûsa Xaneqînê bûn.
Tirkmen jî hezar û 835 kes bûn û ji sedî 4,7ê nifûsa bajêr pêk dianîn.
Li nahiyeya Gelaleyê, 4 hezar û 839 Kurd hebûn ku ji sedî 12,9ê nifûsa nahiyeyê bûn.
Ereb 32 hezar û 32 kes bûn ku ji sedî 85,2yê nifûsê bûn û Tirkmen jî bi 618 kesan, ji sedî 1,7ê nifûsê pêk dianîn.
Li nahiyeya Sediyeyê wê salê 1681 Kurd hebûn ku ji sedî 16,8ê nifûsa bajêr bûn.
Ereb bi 21 hezar û 658 kesan ji sedî 87,8ê nifûsê pêk dianîn û Tirkmen jî ji sedî 5,4ê bajêr bûn ku hezar û 324 kes bûn.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku di navbera salên 1968 û 1997an de rêjeya kêmbûna salane ya Kurdan li Xaneqîn û derdora wê 204 kes bûye, li hemberî zêdebûna 597 Ereban a di salekê de.
Rêjeya nifûsê li gorî serjimêriya 2024an
Raporê bal kişandiye ser rêjeya nifûsa deverên Kurdistanî yên li parêzgeha Diyaleyê ya li gorî serjimêriya giştî ya nifûsê ya sala 2024an.
Nifûsa Xaneqînê 260 hezar û 907 kes bûn ku ji sedî 13,49ê nifûsa parêzgehê ye.
Şareban 254 hezar û 465 kes lê hatine tomarkirin ku ji sedî 13,15ê nifûsa parêzgehê ye.
Mendelî 49 hezar û 348 kes lê hatine tomarkirin ku ji sedî 2,55ê nifûsa parêzgehê ye.
Raporê Beledrûz wekî devera Kurdistanî hesab kiriye ku nifûsa wê 117 hezar û 497 kes in û ji sedî 6,07ê nifûsa parêzgehê ne.
Piştî rûdanên 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an, posta serokê şaxa Xaneqînê ya Komîteya Madeya 140î ya Destûrê di destê Kurdan de nemaye.
Endama Parlamentoya Îraqê ya kotaya Xaneqînê Nazik Ehmedê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Niha Erebek berpirsê ofîsa Madeya 140î ya Xaneqînê ye û ev yek bandorê li bicihanîna madeyê dike ku piraniya wan kesên tên tazmînkirin Ereb in ne Kurd."
Di nava salekê de zêdetirî 5 hezar Erebên hawirde vegeriyane
Di raporê de amaje bi salek bicihanîna Madeya 140î hatiye kirin ku pêwendîdar e bi vegera Erebên hawirde yên li Diyaleyê.
Li gorî raporê, 808 malbat ku 5 hezar û 666 kes in ji Erebên hawirde yên li deverên Kurdistanî yên Diyaleyê vegeriyane.
Li gorî rênimayên bicihanîna Madeya 140î ya destûrê, Erebekî hawirde yê ku vegere cihê xwe yê berê, 20 milyon dînar pê tê dayîn.
Amar nîşan didin ku ew Erebên hawirde heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2006an vegeriyane.
Komîteya Madeya 140î ya Destûra Îraqê sala 2005an çalak bû û li gorî madeyê diviyabû heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2007an ew made bihata bicihanîn.
Zêdetirîn ji wan Erebên hawirde yên ku di wê salê de vegeriyane, niştecihên parêzgeha Dîwaniyeyê bûn ku 1869 kes bûn û ya herî kêm jî Erebên hawirde yên Mîsanê bûn ku 21 kes bûn.
Di 3 salan de (2003 heta 2006) hejmara wan malbatên Kurd ên ku vegeriyane Xaneqînê 9 hezar û 732 malbat bûn ku dike 48 hezar û 257 kes.
Dema ku hejmara malbatên ku Xaneqîn terikandibûn 4 hezar û 73 malbat bûn ku 27 hezar û 985 kes bûn.
Yek ji wan gavên din ên ku sala 2005an ber bi guhertina demografiya deverên Kurdistanî ve hat avêtin, dengdana encumena parêzgehê bû ji bo navçebûna nahiyeya Gelaleyê û girêdana nahiyeya Sediyeyê ya bi wê qezayê ve piştî cudakirina nahiyeyan ji Xaneqînê.
Nazik Ehmedê destnîşan kir:
"Me bi fermî ji Serokwezîr xwestiye ku biryara navçekirina Gelaleyê rawestîne.
Eger ev gav bê avêtin piraniya niştecihên Gelale û Sediyeyê dê bibin Ereb."