Li Dîlokê polêsan 33 kes binçav kirine

Îro serê sibehê polisan li Dîlokê bi ser malan de girt û hevserokê HDP û DBP’ê yên bajar jî di nav de 33 kesan binçav kirin.

Li Dîlokê, îro serê sibehê polisan bi ser malên HDP û DBP’îyan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Dîlokê ve hatibû destpêkirin de polisan hevserokê HDP’ê yê bajar Mûsa Aydin û Hevserokê DBP’ê yê bajar Mehmet Vûral jî di nav de bi giştî 33 kesan binçav kirin.  Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên HDP’ê yên navçeya Şahînbey û Şahîtkamîlê, 2 keya û parêzerek jî hene. Di kêlîya serdegirtinê de polisan derîyên hin malan şikandin û wisa kein hundir. 

 

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist