Li dibistanên Herêma Kurdistanê dê behsa Rojavayê Kurdistanê were kirin

.

Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku sibe li hemû navendên xwendinê dersa ewil ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê were veqetandin.

Wezareta Perwerdeyê ji bo hemû dibistanên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û xwest ku her mamoste di pola xwe de waneyeke taybet li ser vê mijarê bide.

Armanca vê biryarê tekezîkirina li ser hezkirina nîştiman û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gorî rêbezên Wezareta Perwerdeyê, divê mamoste balê bikişînin ser van xalan:

“Hezkirina nîştiman û mafê rewa yê xelkê Kurdistanê yê azadiyê.

Em bi aştî û pêkvejiyanê re ne lê em li dijî her kiryarekê ne ku bibe sedema zilmê li gelê me.

Her dema ku êrişî ser hebûna me bê kirin, wekî Kurd em hemû yek in.”

Kurdistan Haberleri

Bîrhat Xeyas platforma 'Kurdeng'ê çêkir: Bi 250 zimanî wergerê dike
DÊRSIM - Ji ber xerakirina Ziyaretgeha Duzgun Baba 3 kes hatin girtin
PDK û YNK bêyî dan û standinan dixwazin parlamento were aktîvkirin
KERKÛK - Ereb nahêlin Kurd paleyiya xwe bikin
Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îtalyayê li Romayê civiyan