Li Deriyê Sêmalkayê ji bo biyaniyan biryareke nû hat dayîn

.

Çavkaniyeke taybet ji Deriyê Sêmalkayê ji Rûdawê re ragihand ku ji bo biyaniyan rêbazeke nû ya mohrkirina pasaportan bi fermî ket pratîkê.

Rêwî welatiyên kîjan welatî dibin bila bibin, dikarin li deriyê sînorî rasterast destûra derbasbûnê bistînin.

Çavkaniyeke ji Birêvebiriya Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de îro ji Rûdawê re axivî.

Wê çavkaniyê ragihand ku ji doh (1ê Tîrmehê) ve, biryara mohrkirina pasaportên welatiyên biyanî ketiye warê pratîkê.

Ev welatiyên biyanî yên ku bi rêya Deriyê Sêmalkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, êdî pasaportên wan tên mohrkirin.

Biryar tenê ji bo biyaniyan e

Çavkaniya îdarî ya ji Deriyê Sêmalkayê ji Rûdawê re eşkere kir ku ev rêbaza nû tenê ji bo welatiyên biyanî ye.

Anku kesên ku ne xwediyê nasnameya Sûriyeyê ne, dema derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin pasaportên wan tên mohrkirin.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku welatiyên Sûriyeyê ne di çarçoveya vê biryarê de ne.

Eger pasaportên wan ên biyanî hebin jî dema derbasbûnê pasaportên wan li ser sînor nayên mohrkirin.

Hêsankarî ji bo hatin û çûnê

Li ser hêsankirina hatin û çûnê jî çavkaniyê ev agahî dan:

"Rêwî welatiyê kîjan welatî be bila bibe, dikare li deriyê sînorî rasterast destûra derbasbûnê bistîne.

Bi vî awayî ew dikarin bêyî derengmayîn yekser derbas bibin."

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Rapora civîna hevpeyvînê ya bi Dilbirîn Şengalî re
Tirkiye Tirkên Ahiska li Bedlîs û Erzinganê bi cih dike
Îranê xwenîşanderekî din îdam kir
Katz: Êriş ji bo rêlibergirtina planên Tirkiyeyê bû
Navenda Çanda Kurdan a Chicagoyê: Hem fêrbûna ziman hem jî dîplomasî