Li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê herî zêde doz li dijî Tirkiyeyê hatine vekirin

.

Tirkiye bû welatê ku herî zêde doz li dijî wê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatine vekirin.

Li gor amarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, piştî hewla derbeya leşkerî ya sala 2016an, 23 hezar û 400 doz li dijî Tirkiyeyê hatine vekirin û heta dawiya sala borî, 68 hezar û 450 doz li ber destê dadgeran bû.

Diyar kir jî, di sala 2022an de ev hejmar 74 hezar û 600 bû û ji vê berewirdkirinê diyar dibe ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar li ser hejmareke mezin a dosyeyên daye.

Li Tirkiyeyê piştî hewla leşkerî sedan hezar kes bi tohmeta ku pêwendiyên wan bi Tevgera Fetullah Gulen re heye ji sazî û dezgehên hikûmî hatibûn dûrxistin û doz di derheqê wan de hatibû vekirin. Ziyandîtiyên dozan piştî dawîbûna pêvajoya navxwe ya yasayî ya li Tirkiyeyê, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dabûn. Ji ber vê yekê ji sedî 96 dozan yên tometbarên ji ber dosyeyên Tevgera Fetullah Gulen in.

Piştî Tirkiyeyê, her yek ji Rusya, Ukrayna û Romanyayên tên ku doz li dijî wê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatine vekirin.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê